A Platform for Ethnically and Culturally Inspired Music
About "Diljen Ronî - Evîna Winda"
Evîna Winda

Wa ez ji te çûm
Asîman in perên min
Evîneke windayî me
Bêwar û bêalî me

Lehî ne her du çav
Dil maye bêav
Min ji bîr bike
Ji vê evîna windayî

Wa ez ji te çûm
Cîhanek bêdeng im
Nede dû min
Evîneke windayî me

Du bajar in destên te
Nagihên dilê min
Êdi ji bîr bike
Ji vê evîna windayî

Gotin: Müslüm ASLAN
Muzîk: Diljen RONÎ