A Platform for Ethnically and Culturally Inspired Music
About "Diljen Ronî - Sînê"
Sînê

Were Sînê lê, ez heyrana çavê te me, hey lê Sînê,
Were Sînê lê, ez birîndarê bejna te me, heyra min e,
Tu kubar î lê, mîna kevoka çîl û qerqaş, rûbarê hewê
Tu bedew î lê, mîna kulîlka nav mêrg û çîmenê, eşîretê

Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemêêêê, bedewa nav eşîrê Sînemê

Birîndar im ez, mîna teyrê nav esmanê, gulistan e
Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne, heyra min e
Tu bizanibe ez, tu car bîr nakim navê Sînê, li rûbarê dinê
Birîndar im ez were Sînê, were Sînê, were Sînê

Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê bedewa nav eşîrê Sînemê…